Tirkiyê di 5 mehan de zêdetirî 4 hezar penaberên Sûrî li Girê Spî bi cih kir

Dewleta Tirk di 5 mehên borî de 4 hezar û 181 penaberên Sûrî li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

Li gorî ANHA’yê, dewleta Tirk li ser du beşan 4 hezar û 181 penaberên Sûrî dersînorkirin û li Girê Spî bi cih kirin.

Hat ragihandin ku pernaberên ku dersînorkirine ji Idlib, Humis, Xûta Şerqiyê û Hemayê ne û xistine malên xelkê Girê Spî

Ji bilî wê jî penaber li bendê ne ku dagirkeriya Tirk bi pereyên Qeter û Kiwêtê avahiyên mêtîngeriyê ava bike û wan tê de bi cih bike.

Ew avahî li bajarokê Eyn Erûs û li aliyê rojava ya li derdora kantona dagirkirî tên avakirin.

Back to top button