Hikumeta Îtalya rê da 213 koçber ji keştiyê dakevin

Li peravên Îtalya aloziya koçberan hikumeta nû ya welat bihêrs kiriye.
Hikumeta rastgir ya bi serokatiya Meloni daketina koçberan ji keştiya li peravê welat red kir.
Piştî bertekn zêde hikumeta welat neçar ma gavê paşde bi avêje û koçber ji keştiyê daketin.

Bi rojene ev koçber li nava Derya Spî li benda xelasbûnê ne.

Piştî keştiya Geo Barents di navbera 27-29’ê Cotmehê 572 kes rizgar kir, vê carê keştiyê benderek ku xwe lê bigre nedît.

Bendera Catania ya Îtalyayê di dawiya hefteya borî de ji bo gemiyê hat vekirin.

Ev yek li ser daxwaza rêxitinê ya benderek ji bo veguhestina koçberan pêk hatibû.

Lê rayedarên Îtalyayê gemiyê lêkolîn kirin û tenê rê dan 357 kes ji van kesan derbasî nava xaka welat bibin.

Hikûmeta nû ya bi pêşengiya Serokwezîrê rastgir Giorgia Meloni, bi rojan e asteng dike, destûr hat dayîn ku dakevin.

213 kesên ku di keştiya Geo Barents a bi ala Norwêcê ya ku ji aliyê Rêxistina Bijîşkên Bê Sînor ve tê birêvebirin, êvara Sêşemê rê hate dayîn ku ji keştiyê dakevin.

Rêxistinên mafên mirovan ji aliyekî din ve teqez dikin ku li gorî yasayên navdewletî di rewşên wiha de divê keştî li bendergeha ewle ya herî nêzîk raweste.

Her wiha hemû kesên hatine rizgarkirin bên daxistin û daxwazên wan ên penaberiyê bên nirxandin.

Ji 215 koçberên ku destûr nehat dayîn ji keştiya dakevin, 2 kesan doh xwe avêtin deryayê û bi avjeniyê ber bi bejahiyê ve çûn.

Fransa wê keştiya Ocean Viking a 234 koçber li nava qebûl bike

Ji aliyê Îtalyayê ve ji bo keştiya Ocean Viking a ku 17 roj in bi 234 kesan re li deryayê ye, bersiveke erênî nehat dayîn.

Fransa jî ragihand ku ew ê vê keştiyê qebûl bikin.

Keştiya Ocean Viking jî ji aliyê Rêxistina Doktorên Bêsînor a Fransayê ve tê birêvebirin û ala Norwêcê li ba dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ansa`yê, piştî ku serokwezîra Îtalya Meloni êvara duşemiyê bi Serokomarê Fransa Emanuel Macron re hevdîtin pêk anî, Fransa ragihand ku wê bendera Marsîlyayê ji Ocean Viking re veke.

Back to top button