PZK: Divê hemû Kurd zimanê Kurdî li her qadên jiyanê bi kar bînin

Îro, Kurd li seranserî Kurdistan û cîhanê, cejna zimanê Kurdî pîroz dikin. Bi vê boneyê, Saziyên zimanê Kurdî, KNK û HPD’ê, bang li tevahiya Kurdan kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin.

Mîr Celadet Elî Berdirxan û hevalên xwe 15 Gulana 1932’yan, li paytexta Sûriyê Şamê, fermî dest bi weşandina Kovara Hawarê kir.

Ji hingê ve, Kurd jî mîna her neteweyê zimanê xwe di 15 Gulanê de pîroz dikin.

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi vê boneyê daxuyaniyeke nivîskî da û anî ziman ku divê dê û bav, qîz û xort, jin û mêr û tevahiya saziyên Kurdî, zimanê dayikê li her qadên jiyanê bi kar bînin.

PZK’ê bang kir ku divê Kurdî fermî were naskirin, bibe xwedî statu û li her deverê bibe zimanê perwerdeyê.

Platforma Zimanê Kurdî da zanîn ku wan kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin û got:

“Divê gelê Kurd ji bo fermîbûna zimanê Kurdî îmzeyan hem bi rêya online, hem jî li ser kaxezê berhev bikin.”

Enstîtuya Kurdî-Swîsre: Armanca me perwede û fêrbûna bi Kurdî ye

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê jî destnîşan kir ku armanca wan ya sereke, piştgirî û bipêşvebirina perwerde û fêrbûna zimanê Kurdî ye. Her wiha vejandina çanda Kurdî û xebatên zanistî û pêkanîna lêkolînan e.

Enstîtuyê anî zimna ku dewletên mêtinger hebûna xwe li ser nebûna Kurdan ava kiriye, lewre îroj; divê hemû zarokên Kurd xwe fêrî zimanê xwe bikin û ji çanda xwe dûr nekevin.

Saziya Perwerdê ya Êzidxanê: Divê Kurd çand û kevneşopiyên xwe biparêzin

Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê jî Cejina Zimanê Kurdî pîroz kir û got:

“Divê tevhî kurd di hemû têkiliyên xwe jiyanî de zimanê xwe bikarbîne û çand û kevneşopiyên xwe biparêzin.

Em hêvîdar in ku Cejin, bibe cejina azadî, wekhevî û aramiyê.”

KNK: Ji bo fermîbûna perwerdeya bi Kurdî têkoşînê xurtir bikin

Her wiha Komîteya Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê diyar kir ku pêwîst e rê li ber perwerdeya bi Kurdî were vekirin û ji hemû Kurdan xwest ku di ber fermîbûna Kurdî de, têkoşînê û berxwedanê bilindtir xurttir bikin.

HDP: Divê Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin

“Heya zimanê me ne azad be; ne kesayetiya me, ne ramana me, ne jî hebûna me azad nabe.”

Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) bi van gotinan ji Kurdan xwest ku li zimanê xwe xwendî derkevin.

Back to top button