“Divê hêzên Başûr li hember êrîşên dagirkeriya Tirk xwedî hewest bin”

Partiya Komunist a Kurdistanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li hember êrişên dagirkeriyê xwedî helwest be.

Partiya Komunîst a Kurdistanê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Partiyê got:

“Êrîşa dewleta Tirk ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, şerê dagirkeriyê ye.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku bi terorê tê tawanbarkirin, partiyeke ji bo azadî û demokrasiyê tê dikoşe.

Em bang li berpirsên siyasî yên başûrê Kurdistanê dikin ku bi hemû derfetên xwe li dijî artêşa dagirker bisekinin.

Her wiha partiyê bang li rejîma Bexdayê jî kir ku erka xwe li hember vî sûcê hovane yên dewleta Tirk bi cih bîne û nehêle beşek axa Iraqê dagirbike.

Back to top button