Li Çolistana Dêra Zorê, 2 leşkerên Şamê hatin kuştin û 4 birîndar bûn

Li bejahiyê Dêra Zorê, di encama teqîna mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê de, 6 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndarkirin.

Naveda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li başûrê bejahiya Dêra Zorê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê teqiya.

Li gorî Çavdêriyê, di encama teqînê de, 2 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin û 4 birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirk 20 maşîneyên din derbasî herêmê kir

Li aliyeke din jî ji bo herêmên qaşo bê çek, ji bilî şerê rojane hêzên Şamê û çeteyên Tirkiyê, derbaskirina maşîneyên dagirkeriyê berdewam e.

Li gorî heman dezgehê, duh artîşa Tirk ji deriyê Kerfer Losîn ê Idlibê 20 maşîne ku ji alavên lojistîk pêk dihatin, li nuqteyên xwe yên li herêmê bi cih kir.

Back to top button