Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sudanî û Endamê Komisyona Mafê Mirovan a Iraqê Hisên Merdan êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin, divê dewleta Tirk destdirêjiya ser xak û sînorên Başûrê Kurdistanê û Iraqê rawestîne..
Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî duh di daxuyaniyeke çapemeniyê balkêşa ser êrişên dewleta Tirk a dagirker.
Serokwezîr Mihemed Sudanî diyar kir ku pêwîste Tirkiye rêzê ji serweriya xaka Iraqê re bigre û got:
“Divê Tirkiye destdirêjiya ser xak û sînorên Iraqê rawestandin.”
“Êrişên dewleta Tirk binpêkirina serweriya Iraqê ye”
Endamê Komisyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Iraqê Hisên Merdan jî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermerzar kir.
Hisên Merdan destnîşan kir ku ew her cûre operasyonên leşkerî yên Tirkiyê di nava xaka Iraqê de red dikin û got:
“Êrişên Tirkiyê binpêkirina serweriya Iraqê û yasayên navneteweyî yên mafê mirovan e.”