Fuad Hisên: Em destwerdanên derve qebûl nakin

Binpêkirina serweriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve dewam dike. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên û Cîgirê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî, nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Serweriya Iraqê tê binpêkirin û her kes bêdeng e, ev binpêkirin nayê qebûlkirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên di hevpeyvînek li gel televizyonekê de ragihand ku destwerdana derve ya welatên cîran a li karûbarên hindir yên Iraqê qebûl nakin û dixwazin bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe li gel Tirkiye û Îranê çareser bikin.

Fuad Hisên eşkere kir ku ew bikaranîna xaka Iraqê weke meydaneke ji bo pêşbaziya herêmî û navnetewî qebûl nakin.

Fuad Hisên da zanîn ku Iraq bi ti şêweyî ne alîgirê şer e.

“Li hemberî binpêkirina serweriya Iraqê her kes bêdeng e”

Cîgirê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî jî diyar kir li hember binpêkirina serweriya xaka Iraqê, ti kes dengê xwe dernaxe û got:

“Gelek welat zêdegaviyan di warê leşkerî û siyasî de li ser serweriya Iraqê dikin.

Lê tenê Kurd li beramberî binpêkirinên li ser serweriya xaka Iraqê dengê xwe derdixin.”

Back to top button