Çînê ji Almanya û Awistralya piştevanî xwest

Cihan ji ber metirsî û krîza ku vîrûsê dayî avakirin hatiye li ber şikestinê. Welatên cihanê xwe serkêş didîtin ji bo bihayê vîrûsê bi dewletên din bidin kirin, dest bi gefxwarinê kirine. Çîn jî daxwaza piştivaniyê li Almanya û Awistralya kir.

Çîn jî tewanbariyên Amarîka red dike û daxaza piştivaniyê li Almanya û Awistralya kir.

20`ê Nîsanê Almanya ji Çînê xwest ku berpirsiyariya belavbûna vîrûsê hilgire ser xwe û fatoreyeke bi 149 milyar euro bide.

Li Çînê hikumetê ragihand ku tu kesên nû bi vîrûsê nemirine û 6 kesên nû bi vîrûsê ketine.

Bijîşkên Îranê meha Remezanê li nexweşxaneyê diqedînin

Ev der jî nexweşxaneyek li bajarê Qum ya Îranî ye.

Bijîşk û hemşîreyên nexweşxaneyê rojiya xwe di nava nexwşên corona re digrin.

Li nexweşxaneya nemêj dikin û difitirin.

WHO: Vîrûs bi bilindbûna germiyê re tune nabe

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) eşkere kir ku ti belgeyek nîne ku vîrûsa Corona bi bilindbûna pileya germiyê tine bibe.

Li gorî peymangeheke Awistralî zêdebûna vîrûsê bi rêjeya 1,0 zêde dibe.

Serokê peymangehê Robert Koch bi daxuyaniyekê diyar kir ku rêjeya vîrûsê li Almanya 1,0 zêde dibe.

Back to top button