Li Qamişlo qonaxa 1. a paqijkirina çemê Çeqçeq bi dawî bû

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo qonaxa yekemîn a paqijkirina qenaya çema Ceqceq ku di nava bajêr re diherike, bi dawî kir.

Çemê Çeqçeq, ji ber ava kanalîzasyonê tevlî dibe û şêniyên taxa Tay gilêşê diavêjin, lewma çem qelek qirêj bûyê û bênek ne baş dide.

Taybet bi bilavbûna vîrûsa coronayê ve, ev qirêjiya çem xeteriyek mezin li ser tendûristaya şêniyên taxa Tay a Qamişlo dike.

Beriha niha şaredariya Qamişlo ji bo paqijkirina çemê Çeqçeq xebatek dabû destpêkirin.

Şaredariyê Qonaxa yekemîn a paqijkirina çem bi dawî kir.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan û Jînegehê ya bajarê Qamişlo Mesûd Yûsif diyarkir ku paqijiya çemê Çeqçeq ji 4 qonaxa pêktê û ev agahî parvekir.

Back to top button