Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku Serhildanên bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bandor li hemû cîhanê kir û got: ”Divê hêzên muxalefeta Kurd û Îranê di vê qonaxê de eniyeke yekgirtî ava bikin. Avakirina eniya demokratîk êdî şert e. ”
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin.
Li gelek bajaran careke din bi pêşengiya jin û xwendekaran çalakî tên lidarxistin.
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di derbarê serhildanên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de nirxanidn kir.
Zîlan Vejîn di şexsê jina Kurd Jîna Emînî de hemû şehîdên serhildana Îran û Rojhilat bi bîr anî û got:
Ruh û berxwedana serhildanê ya bi pêşengiya jinan îro bandor li hemû cîhanê kiriye û bûye sembola azadî û demokrasiyê ji bo hemû jinan.
Tevlîbûna gel bi yek ruh, yek bawerî, bêyî cudahiya bawerî, ol, mezheb û nijadî bi serê xwe asteke bilind e di vê serhildan û şoreşê de.
Îro hêrs û daxwazên jinan ên bi salane di bin desthilatdariya mêr de derketine holê, bi awayekî zelal tê dîtin.
Zîlan Vejîn: Bi pêşengtiya jinan wê serketina gelan misoger bibe
Zîlan da zanîn ku daxwazên heyî daxwazên bîrdozî, siyasî, rêxistinî, dîrokî û çandî ne û wiha bi lêv kir:
Gel daxwaza jiyana azad û demokratîk dikin. Şoreşa ku bi pêşengiya jinê destpê kiriye, hişyariyeke wisa ye ku dikare serketina gelan misoger bike.
Bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û bi pêşengiya jinê serhildan hatiye destpêkirin, ev yek jî derbeke mezin li pergala desthilatdar, mêr-navendî û nîjadperest hatiye xistin.
Hevseroka PJAK’ê anî ziman ku divê dayik rêxistina xwe berfireh bikin û bi dayikên Îranî û şehîdan re rêxistin û çalakiyên hevpar pêk bînin û got:
Dewleta Îranê bi êrîşa li ser her du civakên Kurd û Belûç dixwaze armanca xwepêşandanan berovajî bike û refên gel ya li hemberbûna sîstema xwe lawaz bike.
Divê Kurd yekîtiya xwe ya bi gelên Azerî, Ereb û Farisan re zêdetir pêş bixin.
Zîlan Vejîn: Avakirina eniya demokratîk êdî şert e
Hevseroka PAJK’ê Zîlan Vejîn tekez kir ku PJAK hewl dide eniyeke yekbûyî ya têkoşînê ava bike û wiha bi dawî kir:
Avakirina eniya demokratîk êdî şert e.
Weke PJAK’ê, proje, plan û bernameyên me yên ku xwe dispêrin felsefe û îdeolojiya Rêber Apo, hene.