Zeyneb Mûrad: Civaka Êzidî ji derveyî hêza xwe ti hêzê qebûl nake

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan-KNK’ê Zeyneb Murad diyar kir ku PDK û hikûmeta Iraqê hewldidin li ser daxwaza Tirkiyê li şengalê guhertina demografîk pêkbînin û Fermana 2014’an bibin serî.
29 sazî û rêxistinên kurdistanî jî ji NY, DYE, û hin welatên Ewropayê re name şandin û xwestin ku peymana li ser şengalê betal bikin.

9’ê Cotmeha 2020’an di navbera hikûmeta Iraq û PDK’ê de peymana dagirkirina Şangalê pêk hat.

Herî dawî hikumeta Iraqê dem daye gelê Şengalê ku hêzên Asayişa xwe heta 1’ê Nîsanê ji Şengalê vekişîne.

Di derbarê lihevkirinên li ser Şengalê de, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Zeyneb Murad destnîşan kir ku kesên ku ji DAIŞ’ê reviyan û çûn nikarin careke din qala parastina civaka êzidî bikin û wiha axivî:

“Her kes baş dizane ku peymana 9’ê cotmehê derveyî vîna civka Êzdî hatiye îmzekirin.

Hêzên ku şengal radestî DAIŞ’ê kirin û reviyan niha dixwazin bi hevkariya Tirkiyê komkujiya 2014’an bibin serî.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad dazanîn ku PDK û hikûmeta Iraqê li ser daxwazên Tirkiyê hewldidin bi vê peymanê civaka Êzidî ji Şengalê derxînin.

Zeynep Murad diyarkir ku piştî komkujiya 2014’an civaka êzîdî derveyî hêza xwe ti hêzekî din qebûl nake.

Zeynep Murad dazanîn ku weke Efrînê niha dixwazin demografiya Şengalê jî bigûherînin, ji bo pêkanîna vê planê jî niha di navbera rojava û şengalê de 2500 leşkerên hikûmeta Iraqê hatine bicih kirin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad destnîşan kir ku pêwîste Şengal ji Şengaliyan re bê hiştin û wiha got,

“Heke qirkirinek nû pêk were Bexda û Hewlêr jê berpirsyar in. Divê Hewlêr û Bexda neyên lîsta dewleta Tirk.

Tevahî mirovahî bi taybetî jî hemû Kurd ji parastina Şengalê berpirsyar in.

Divê li hember vê plana xeter hemû Kurd helwesta xwe zelal bikin û bikevin nava tevgerê.”

29 partî û saziyên Kurdistanî xwestin ku peymana Şengalê were betalkirin

Her wiha 29 partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo Şengalê name ji Wezîrên Karên Derve yên DYE, Fransa, Almanya, Iraq û Îngilistanê, Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê re şandin.

Partî û Saziyên Kurdistanî di nameyê de ji aliyên navborî xwestin ku zextê li PDK’ê û hikûmeta Iraqê bikin ku peymana Şengalê betalbikin û divê çareseriyeke hevpar jibo Şengalê were diyar kirin.

Back to top button