“53 çete hatine girtin, operasyona bêyî astengî bi rêve diçe”

Di derbarê encamên operasyonê yên du rojan de Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da.
Hate diyarkirin ku di nava du rojan de li kampa Holê 53 çeteyên DAIŞ’ê û di nav de 5 berpirsên şaneyan, hatine girtin. Asayîşê diyar kir ku wê operasyon heta tunekirina çeteyan dewam bike.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî encamên du rojên operasyona Mirovî û Ewlehiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û têde daxuyaniyek da..

Berdevkê Hêzên Asayîşê Elî El-Hesen daxuyanî xwend û diyar kir ku di du rojên borî de, 53 çeteyên DAIŞ’ê di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin.

Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.

Elî El-Hesen teqez kir ku ew pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin û hêzên wan li gorî pîvanên mirovî tevdigerin.

Berdevkê Hêzên Asayîşê Elî El-Hesen anî ziman ku heta tunekirina terorîstan li kampê ew ê operasyona Mirovî û Ewlehiyê dewam bikin..

Kîno Gabrîel: Operasyon bi tenê têrê nake

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, li ser operasyonê ji televizyona me Ronahî Tv re axivî..

Kîno Gabrîel anî ziman ku wê operasyon ji bo kampê ewlehiyê bîne, lê ev operasyon bi tenê têrê nake, divê ji bo pirsgirêkên ku li kampa Holê rû didin civaka navdewletî jî bi erka xwe rabe..

Kîno Gabrîel diyar kir ku pêwîste malbatên DAIŞ’ê ji nû ve werin perwerdekirin bi taybet zarok, ji ber ku zarok ji aliyê jinên DAIŞ’î ve li ser zihniyeta tundrew tên perwerdekirin..

Kîno Gabrîel da zanîn ku divê hemû welat hemwelatiyên xwe ên kampê de werbigirin, ji ber ne gengaze 60 hezar kes bêyî pêşerojek diyar di kampê de bimînin.

Back to top button