Hikumeta Efxanî û tevgera Talîbanê li ser nexşerêyeke aştiyê li hev kir

Li Efxanistanê, hikumeta Efxanî û tevgera Talîbanê, di nav de rawestandina şer, li ser nexşerêyeke aştiyê ji bo welêt, li hev kir.

Endamê tîma danûstandinan a hikumeta Efxanistanê Nadir Nadirî li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku:

Amadekariyên ji bo destpêkirina danûstandinan bi dawî bûne û demlidest danûstandin dest pê dikin.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Mihemed Ne’îm jî ragihand ku, li ser nexşerêya aştiyê, danûstandin di navbera herdu aliyan de dê dest pê bikin.

Şanderê Amerîkî ji bo Efxanistanê Zalmay Xelîl Zade û şandera NY bo welêt Dipora Leonz kêfxweşiya xwe bi vê lihevkirinê anî ziman.

Îlona borî bi serperiştiya Amerîkayê, li paytexta Qeter Dewhayê, di navbera hikumeta Efxanî û Talîbanê de danûstandinên dîrokî dest pê kir, lê Talîbanê wê demê, agirbest red kir.

Back to top button