Li Somalyayê, di encama êrîşên di navbera çete û artêşa welêt de, kuştî û birîndar çêbûn.
Çeteyên Tevgera El-Şebab duh êrîşî beregeheke artêşa Somalî li gundê Zibêd زبيد yê parêzgeha Şebîla Jêrîn kir.
Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de, kuştî û birîndar ji herdu aliyan çêbûn.
Berî çend heftiyan jî, di encama êrîşeke artêşa Somalî li ser nuqteyên Tevgera El-Şebab li heman parêzgehê de, gelek serçeteyên Tevgerê hatibûn girtin.