Piştî çalakiya fedayî ya li Enqerê, dewleta Tirk a faşîst li dijî Kurdan dest bi operasyonên qirkirinê kiriye.
Li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li ser gelek navend û malan de hat girtin, 31 kesên din hatin binçavkirin.
Li bajarên Riha, Mêrdîn, Wan, Semsûr, Îzmîr, Isparta, Meletî û Manîsayê yên Bakurê Kuristanê û Tirkiyê polîstên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û 27 kes hatin binçavkirin.
Her wiha li navçeyên Licê û Yenîşehîrê yên Amedê jî di serdigirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin bi îdîaya “endametiya rêxistinê”, “alîkariya ji bo rêxistinê”, “propaganda rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” tên tawanbarkirin.
Dozgeriya Tirk biryara veşartî li ser dosyaya kesên hatin binçavkirin danî.
Piştî çalakiya fedayî a li Enqerê operasyonên qirkirinê didomin