Çeteyan yek jê jineke ciwan sê welatî li Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li her devera ku dagirkiriye dewam dike.
3 welatiyên din li Efrîna warê zeytûnê hatin revandin.

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand ku Îstîxbarata dewleta Tirk ciwanê Kurd Hesen Mihemed Hisên ê ji gundê Merwaniya Jorîn ya Cindirêsê revand.

Hat ragihandin Mihemed Hisên di dema dagirkirina Efrînê de berê xwe dide Başûrê Kurdistanê, lê bi peropagandaya li ser medya civakî tê xapandin û vedigere.

Hate diyar kirin bi behaneya ku Hisên erka xweparastinê di dema Rêveberiya Xweser de pêk aniye hate revandin.

Li aliyekî din jî di serdegirtinên malan de li gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê çeteyan Silava Cumaa Hec Hesen a 25 salî revandin.

Hat diyar kiirn heya niha aqûbeta Silavayê nayê zanîn.

Li gorî malpera Efrîn POST jî vê sibê Îstîxbarata dewleta Tirk a li Efrînê Hisên Mustefa yê ji Mabatayê revandin.

Back to top button