“Destwerdanên derve nahêle pirsgirêk çareser bibe”

Endama Desteya Rêveberiya Meclisa Suriya Demokratîk Canda Mihemed,
Geşedanên dawî ên li herêmê û Suriye û çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê nirxandin kir.
Canda Mihemed diyar kir ku em ji bo çareserkirina aloziya heyî xebat dikin.

Îro piştî 12 salên kirîza Sûriyê, em dibînin ku di demeke nêz de ti çareseriyek tune ..

Sedema dirêjkirina vê aloziyê jî destwedanên derve ya herêmî û navdewletiye ..

Gelek civîn pêk tên û li ser yek maseyê dewlet li hev dicivin , lê bê encamên ..

Bi xwe tu çaresriyê ji kirîza Sûrî re naynin ..

Derbarê geşadanên li herêmê û Sûrî Endama Desteya Rêveberiya MSD Canda Mihemed axivî ..

Canda Mihemed sedema dirêjkirina aloziya Sûrî destwerdanên derve ye ..

Canda bal kişand ser civîna dawî ya Astana yê jî û got:

“Em di wê baweriyê de ne ku dê encamên xirabtir li ser rewşa Sûriyê bi xwe re bîne.’

Herî dawî di civînan de projeya Rêveberiya Xweser bi cudaxwaziyê hate bi navkirin..

Lê nehat gotin ku Tirkiye dewleketek dagirker e ..”

“Ji bo çerserkirinê em di nava xebatê de ne”

Canda destnîşan kir ku ew wekî MSD ji bo çareserkirina aloziya heyî xebat dikin û wiha dom kir:

“Yek ji mijarên sereke ku heya roja îro em li ser kardikin diyaloga Sûrî-Sûrî ye.

Ji bo ji kirîza Sûriyê re çarserî bê dîtin divê hemû aliyên Sûriye li ser maseya diyalogê bicivin.”

Li ser vê bingehê me gelek maseyên diyalogê hem li hundirê Sûriyê û hem li derve li darxist.

“Ji bo çareserkirinê divê hêzên niştîmanî bibin yek”

Canda herî dawî peyamek da hêzên niştîmanî yên demokrasiyê û got:

“Em bi hev re ji bo yekkirina refên vê opozisyona demokratîk bixebitin.

Sûriyê di qonaxeke metirsîdar re derbas dibe, dagirkerî li ser erdê heye.

Ji ber vê yekê erkên xwe yên dîrokî bi cih bînin.

Divê hêzên niştîmanî yên demokratîk bibin yek..

Rola xwe di çareseriyeke siyasî ya aştiyane ji aloziya Sûriyê re pêkbînin .”

Back to top button