Gurkan Îsteklî: Tecrîd berdewamiya plana têkbirina Kurdan e

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Gurkan Îsteklî tecrîd şermezar kir û wiha got: Di şexsê Rêber Apo de civaka tirkiyê tê tecrîd kirin.
Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya polîtîkaya qirkirina kurdan e.

24 salin rêber Apo di bin tecrîd û şertên herî giran de di grava Îmraliyê de ye.

Ev 28 mehin ti agahî ne ji Rêber Apo ne jî girtiyên li gel wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tê girtin.

Ji ber vê tecrîdê, fikarên raya giştî zêde bûne.

Di serî de gelê kurd û bi giştî jî gelek derdor, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî vê didin.

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Gurkan Îsteklî, têkildarî tecrîda Îmraliyê axivî.

Gurkan Îsteklî anî ziman ku di hiqûqa navneteweyî û neteweyî de cihê tecrîdê tune ye û got:

“Li Girtîgeha Îmraliyê şert û merc û konseptekî gelek giran heye.

Tecrîda li Îmraliyê bi salan e didome û li gor pêvajoyan carinan tê sistkirin, lê wekî konsept heye.

Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya plana qirkirina kurdan e.”

Gurkan Îsteklî: Di şexsê Rêber Apo de civak jî di tecrîdê de ye

Gurkan diyar kir ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye û wiha pê de çû:

“Ji lew re axaftina li ser rêber Apo jî hatiye tecrîdkirin.

Dem kesek behsa tecrîdê dikin bi zextên dewletê re rû bi rû dimînin.

Mînaka wê ya herî dawî jî Merdan Yanardag e.

Lewma rabûna li ber tecrîdê ji aliyekî ve tê wateya azadiya civakê jî..”

Parêzer Gurkan Îsteklî da zanîn ku Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn di têkoşîna azadî û demokrasiyê de xwedî cihekî pir girînge û wiha anî ziman:

“Ji ber ku desthilata AKP- MHP’ê dizanin ku mifteya çareseriyê di destê rêber Apo de ye tecrîdê kurtir dike.”

Back to top button