Hevserokê MSD’ê Riyad Derar, êrişa ku duh li paytext Viyanayê pêk hatibû şermezar kir û piştgiriya MSD`ê bi gelê Awisturyayê re nîşan da
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar li ser hesabê xwe yê fermî yê tevna civakî, sersaxî ji gel û hikumeta Awisturyayê re xwest.
Derar diyar kir ku MSD li dijî êrişa terorî ya ku li Viyanayê pêk hatiye û ew piştgiriya gelê Awisturyayê dikin.
Derar wiha got:
“Em hemû kiryarên terorî û xîtabên kînê û hemû alîgir û piştevanên kîn û nefretê şermezar dikin.
Welatê Awisturya bê cudahî li hemû hewcedarên alîkariyê xwedî derdikeve, ji lew re em rêzê li hemberî gelê wê digirin.”
Duh li Awisturyayê, komeke çekdar li 6 cihên cuda li bajarê Viyanayê êrişên terorî pêk anîn.
Di êrişê de 4 sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.