Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan hewldanên derxistina fitneyan li Dêrazorê şermezar kirin û gotin:
” Emê bi hevgirtina xwe hemû hawildanên derbkirina jiyana hevbeş têk bibin.”
Ciwanê bi navê Mazin Misewer ê ji pêkhateya Ereb diyar kir ewê nehêlin dijminê gelan cudahiyê bixe navbera pêkhatiyan.
Misewer got:
“Erka me weke ciwanan parastina herêmên me û aşkerakirina rastiyê ji cihanê re ye.”
Ciwana bi navê Miyav Silêman a ji pêkahteya Ermen piştgirî da operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ û bang li tevahî pêkhateyan kir ku guh nedin ajandeyên derve yên dixwazin fitneyê derxin.
Miyav wiha domand: “Em bi pêkhateyên din re bi hezaran salan dijîn û tu kes nikare bi rêya fitneyan me ji hev cuda bike.”
Li aliyekî din jî ciwanê bi navê Kawa Ebas ê ji pêkhateya Kurd destnîşan kir ku Pêkhateyên herêmê di têkbirina çeteyan û fesadên mîna Ebû Xewle de bûn yek.
Kawa da zanîn ku ewê li ser şopa şehîdên xwe bin û têkoşîna li dijî şerê taybet û têkbirina êrişan de bilind bikin.