Parêzerên Cizîrê: Doza Kobanî weke pêkenok e

Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Doza Kobanî weke pêkenokê bi nav kir û bang li rêxistinên navneteweyî û hiquqî kir ku Tirkiyê ji Konseya Ewropayê derxînin.

Derbarê Doza Kobanê a li dijî HDP’ê de ku ji wan 28 girtî ne û 108 siyasetmedar tên darizandin, Yekîtiya Parêzeran daxuyaniyek da.

Yekîtiyê bi bîr xist ku piştî 7 salan ji bûyerê, hikûmeta AKP’ê di 26’ê nîsanê de lîsteyeke tawanbariyê ji 3500 rûpelî der heqê 108 endamên HDP’ê de derxist û armanc jê ew e HDP’ê tesfiye bike û tolê ji berxwedana Kobanê ku dengê wê li cîhanê veda, hilîne.

Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê diyar kir dadwerî li Tirliyê li gorî hikûmeta AKP’ê dixbite û bang li rêxistinên hiquqî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku vê pêkenokê bi dawî bike.

Back to top button