Greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê ket roja 165’an

Bi armanca bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêber Ocalan çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê di meha 6’an de dewam dike.
Malbatên şehîdên Qamişlo jî bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî tecrîdê helwestê nîşan bidin û bêdeng nemînin.

Çalakiya greva birçîbûnê li zindanên Tirkiyê ji bo azadiya rêber Ocalan û dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya grevê bi dewrgirtina koma 33’emîn di roja 165’an de ye.

Çalakiya piştgiriyê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr jî 144 roj li pey xwe hişt.

Çîmen Bulut û Mihemed Bulut yên ku hevjîn in û di grevê de ne bang li ciwanên Kurd kir ku dest bidin destê gerîla û xwedî li Rêberê xwe derkevin.

Çalakiya greva birçîbûnê li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 127 roj in dewam dike.

Malbatên şehîdên Qamişlo: Bila civaka navneteweyî ji bêdengiyê derkeve

Li bajarê Qamişlo jî malbatên şehîdan piştgiriya xwe bi berxwedana zindanan re anîn ziman û gotin heya azadiya rêber Ocalan wê ser piyan bin.

Back to top button