Welatiyên Qendîlê: Pêwîste hikûmeta Başûr li dijî êrîşan xwedî helwest be

Welatiyên Binarê Qendîlê diyar kirin ku dewleta Tirk rojane li nava gund û bajarên Başûrê Kurdistanê sivîlan dike hedef lê Hikumeta Başûr bêdenge.
Welatiyan bang li xelkê Başûr kirin ku li dijî êrişan dakevin kolanan.

Welatiya bi navê Ayşe Nebî êrîşên dewleta tirk li ser Binarê Qendîlê şermezar kir û got :

”Nabe êdî Hikumeta Herêmê û aliyên siyasî bêdeng û bê helwest bin.

Ji ber ku rojane dewleta Tirk wesayîtên sivîlan dike hedef û komkujî pêktîne.

Divê êdî bêdengî were şikandin û her kes dakeve kolanan.”

Welatiyê bi navê Feysel Mihemed jî li ser heman mijarê axivî û da zanîn ku dewama êrîşên dewleta tirk bûye sedema tirsê, Hikumeta Herêmê jî weke her carê bêdeng ma, bi daxuyaniyekê jî êriş nehate şermezarkirin.

Feysel wiha berdewamî da axaftina xwe:

”Dewleta Tirk rojane, wesayîtên sivîlan, gund û baxên xelkê bombebaran dikin,

Weke mînak cihek weke Şaredariya Binarê Qendîlê ku xizmetê ji bo 80 gundan dike, dibe hedef, ev karek xirabe.

Pêwîst bû Hikumeta Herêmê xwedî helwest ba, lê tiştek nekir.”

Şêniyên Qendîlê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan

Back to top button