Meclisa Gel a taxa Zorava ya Şamê û Meclisa Kongra Star têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek li dar xist.
Meclisa Gel a Zorava ya peytaxa Sûriya Şamê û Meclisa Kongra Star têkildarî tecrîda li er Rêber Abdullah Ocalan civînek li dar xist. Bi dehan şêniyên taxên Zorava, Riknedîn û taxên din ên paytextê tev li civînê bûn.
Di civînê de endama Rêveberiya Kongra Star Berçem Yusif, koordînatora Kongra Star Newroz Xelîl û endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şheîdan Mistefa Nasan di civînê de axivîn.
Di civînê de siyaseta li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên meşandin, hatin nîqaşkirin û hate gotin ev siyaset ne tenê li dijî kurdan e lê belê li dijî tevahiya mirovahiyê ye.
Şêniyên Zorava teqezkirin ku ew heta bi dawîkirina tecrîda li dijî rêber APO wê têkoşîna xwe bidomînin.
Lêkolîner û hiqûqnasên Misrî: Fikrê Abdullah Ocalan ji bo her kesî bûye hêvî