Hewler..Fermandarekî pêşmergeyan hate kuştin

Rêveberiya Polîsên Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgeha Hewlêrê fermandarekî pêşmergeyan hatiye kuştin û li ser buyerê lêkolîn dan e destpêkirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsan a Hewlêrê de ev tişt hat gotin: Piştî xudbeya îniyê, agahiya gulebaranê li navçeya Binesilawe girtine.

Li ser vê yekê, tîmên lêkolînê berê xwe dane cihê bûyerê.

Di lêkolînê de, derket holê ku fermandarekî polîsên neft û gazê yê bi navê Esad Reûf Hemed 48 salî hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku cenaze rakirine nexweşxaneya tiba edlî ya Hewlêrê.

Li ser buyerê Hêzên Rêveberiya Polîsan û Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê lêkolîn dane destpêkirin.

Back to top button