Sixûrê dewleta Tirk Şemse Dîn Reşîd Qasim li xwe mukur tê

Asayîşê yek ji wan sixuran bi navê Şemse dîn Qasim Reşîd bi deng û dîmen da axaftin. Sixur Şemse dîn li xwe mukur tê ku çawa derbasî saziyên rêveberiya xweser bû û agahî û kodîneya kesayet û fermandaran dida dewleta tirk. Em bi hev li mukurhatinên vî sîxurî temaşe û guhdar bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê”Asayîşê” 8 endamên dewleta tirk girtin.

Asayîşê hemû sixur dan axaftin ku çawa bi Mîta Tirk re kar dikirin û bûn sedema şehîdxistina fermandar “Dîler” yê Meclisa Leşkerî ya Kobanê û fermandar “Mizgîn Kobanî” ya Meclisa leşkerî ya Eyn îsayê.

Asayîşê ji nava wan 8 sixuran, mukurhatinên sixur Şemse Dîn Qasim Reşîd bi raya giştî re parve kir.

Back to top button