Dewleta Tirk gundên Şehba û Til Temirê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şehba û Til Temirê topbaran kirin..

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Guzeliye yê rojavayê Til Temirê li nêzî rêya M4 topbaran kirin.

Di derbarê ziyanên ku çêbûyîn de agahî nehatin bi dest xistin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Enib û Zîwan ên Şehbayê jî topbaran kirin.

Di saetên nîvro de jî dagirkeran gundê Bêlûniyê yê bakûrê Zirganê û gundê Um Hoş ê Şehbayê topbaran kirin.

Back to top button