Girtiyên Behdînan: Heta mafên me neyên dayîn, em dest ji greva birçîbûnê bernadin

Girtiyên Behdînanê ku bi rojanin di girtîgeha PDK’ê a li Hewlêrê di greva birçîbûnê dene diyarkirin ku heta mafên wan neyên dayîn ewê dest ji çalakiya xwe bernedin.

Parlementerên Herêma Başûrê Kurdistanê Rupak Ehmed û Osman Kanî Kurdeyî îro serdana Girtîgeha PDK’ê ya li Hewlêrê kirin û li gel hin girtiyên Behdînanê axivîn.

Piştî serdanê, Parlementer Rupak Ehmed li ser rewşa girtiyan axivî û diyarkir di dema serdanê de wan girtiyên bi navên Şêrwan Şêrwanî, Nêçîrvan Bedîh û Ehmed Rêkanî dîtine.

Girtiyan ji wan re ragihandiye ku ewê di çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de berdewam bikin, heta mafên wan ên yasayî têne dayîn.

Parlementer Rupak eşkere kir ji girtiyan rewşa Nêçîrvan Bedîh xirabe û ji ber bandora grevê xwîn diavêje.

Her wiha girtiyê bi navê Emced Rêkanî jî piştî kontrola tendirûstî hat diyar kirin ku bi virûsa cigerê ketiye.

Back to top button