Malîkî li ser xwepêşandanan daxuyaniyek da

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî daxwaz ji xwepêşanderên alîgirên Çarçoveya Hemahengî kir, derbasî nava Herêma Kesk a Bexdayê nebin.

Piştî Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî banga neçûna nav Herêma Kesk li alîgirên xwe kir, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî jî bi peyamek bi deng da..

Malikî di peyama xwe de ji ber tevlîbûna xwepêşandanê spasiya alîgirên Çarçoveya Hemahengî kir û got:

“Armanca we ya xwepêşandanê ji bo parastina dewlet, saziyên wê û desturê ye.

Ji bona wê nabe tu kes binpêkirinek li beramberî saziyên dewletê bike û rûbirûyê hêzên ewlehiyê bibe.”

Her wiha Nurî Malikî daxwaz ji alîgirên Çarçoveya Hemahengî kir derbasî nav Herêma Kesk nebin.

Back to top button