Şêniyên Dêrikê cenazeyên 2 şehîdanê xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên şervanê QSD`ê Qeys Slîva û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Meşan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxirkirin.

Bi sedan şênyên navçeya Dêrik û Girkê Legê, endamên Saziyên Civaka Sivîl û nûnerên partiyan tevlî merasîma şehîdan bû.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û kesên axivî soza şopandina rêya şehîda heta pêkanîna serkeftinê dan..

Piştre wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

Back to top button