“Pergala Îmraliyê pergaleke îzolasyon û qirkirinê ye”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku desthilatdarên Tirk her ku teng dibin li dijî Îmraliyê, gerîla, Rojava û siyaseta demokratîk serî bi her awayî zilmê didin û got:”Di nava tirseke mezin de ne, wê hilweşin!”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan tevlî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Duran Kalkan di bernameyê de têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo û li ser mijarên rojevê nirxandin kir.

“Ji bo şikandina tecrîdê, hilweşandina pergala faşîzm û qirkirinê pêwîstî heye ku têkoşîn hîn zêdetir bi plan û rêxistinkirî bê meşandin.”

Bi van gotinan Kalkan diyar kir ku pergala Îmraliyê pergaleke qirkirinê ye û ev tişt anî ziman:

“28 mehin tecrîd didome, ti agahî nayê girtin.

Pergala Îmraliyê bixwe pergaleke tecrîd, îzolasyon û qirkirinê ye.

Ev yek ji pirsgirêka Kurd çavkaniya xwe digire û saziya herî esasî ya qirkirina Kurd e..

Ti quraleke hiquqî nayê pêkanîn, hevdîtin bi malbat û parêzaran re çênabe.

Bê pêwendiyeke mutleq heye”

Duran Kalkan: Ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşînek pir alî bê meşandin

Duran Kalkan di dewamiya nirxandina xwe de wiha got:

“Ji bo çalakiyan bangawazî çêbûn, em tevlî wan bangawaziyan dibin.

Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê divê li ser piyan bin.

Pêwîste ne jiyaneke normal bijîn. Divê timî di nava têkoşînê de bin.

Li hundir û derve, siyasî, hiquqî pêwîste di her alî de têkoşînê bimeşînin.

Têkoşîn dîwaran perçe dike, tecrîdê dişkine, pergala qirkirin û faşîzmê hildiweşîne.

Yanî hişmendî û siyaseta faşîst qirker hildiweşîne, azadî û demokrasiyê pêk tîne.”

Duran Kalkan: Pêwîste derdorên hiquqê li ser pergala Îmraliyê lêkolînê bikin

Duran Kalkan bang li derdorên hiquqnas kir ku li ser pergala Îmraliyê lêkolînê bikin û got:

“Li gorî hiquqa Ewropayê pergala Îmraliyê çi îfade dike? Li gor hiquqa Tirkiyê çi îfade dike?

Li gorî hiquqa demokrasiyê çi îfade dike? Li gorî exlaq û exlaqa civakî çi îfade dike?

Pêwîste ew bibin mijara nirxandin û dahurandineke girîng.”

Sabrî Ok: Tecrîd berdewamiya polîtîkaya qirkirina Kurdan e

Back to top button