QSD Li navçeya Ebû Xeşeb a Dêra Zorê çeteyekî DAIŞ’ê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê li navçeya Ebo-Xeşeb a Dêra Zorê bi alîkariya Koalîsyona Navdewletî çeteyekî DAIŞ`ê girt.

Li ser malpera fermî ya QSD`ê hat ragihandin “Çeteyê behsa mijarê di çarçoveya opersyona pêkanîna aramî û ewlhiyê li herêmê de bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navdewletî pêk hatiye.”

QSD’ê ragihand ku dema opersyonê de çete xwest ji cihê xwe yê veşartî yê li Ebû Xeşeb bireve lê ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

QSD’ê diyar jî kir ku bi wî çeteyî re alavên teknîkî û çek jî hatin dîtin.

Back to top button