Li navçeya Şêrewa ya Efrîna Dagirkirî di encama teqîna mayîneke bermahiyên dewleta Tirk de şivanek bi giranî birîndar bû.
Îro danê sibê şivanekî pez di navbera gundê Basilê û Aqîbe yên navçeya Şêrewa dema ku pezên xwe diçêrand rastî mayînek çeteyên dewleta Tirk hat.
Şivan pê li mayînê dike û mayîn di wî de diteqe.
Navê şivanê ku mayîn pê de teqîyaye Mirzan Xelîl Ham Kalo ye, li gundê Kurzelê yê Aqibê rûniştiye û 19 salî ye.
Hate gotin ku piştî bûyerê Mirzan dibin nexweşxaneyê û niha rewşa wî giran e.