Li Hesekê kongreya Yekitiya Mamosteyan bi dawî bû

Kongreya 2’emîn a Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hilbijartina hevserokatiyeke nû û gelek pêşniyaran bi dawî bû.

Vê sibê Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya 2’emîn bi dirûşma “Bi hewldanên mamosteyan emê mirovek û civakeke azad ava bikin” hat li dar xistin.

Di kongreyê de 150 mamoste, hevserokên TEV-DEM′ê û cîgira Desteya Perwerde û Fêrkirinê beşdar bûn.

Piştî nîqaş û nirxandinan, encamname derket û ev tişt hat gotin:

Divê endamên rêveberiya yekitiyê, sardana mamosteyan bikin ji bo ku rewşên wan ên malbatî û civakî nas bikin û bi rêya komînan têkiliyan di navbera mamosteyan de xurt bikin.

Rêziknameya yekitiyê bê şîrovekirin, Serdana malên xwendekaran bê kirin.

Pêşxistina asta mamosteyan, vekirina akademiyên îdeolojî û ji bo pêşxistina rewşa aborî ya mamosteyan lidarxistina koperatîfan.

Dawiyê Casim El Ebdullah û Norşîn Sîno ji bo hevserokatiya yekitiyê hatin hilbijartin.

Li Hesekê kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir

Back to top button