Festîvala Çandê ya Girê Spî bi dirûşma “Vejandina kulturê girêdana bi welat re diyar dike” li navçeya Eyn Îsayê li dar ket.
Berpirsên festîvalê diyar kirin ku girêdana bi çand û kulturê beşeke berxwedan û têkoşînê ye.
Di mîhrîcanê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Fedîla Mihemed axivî û got:
“Gelek girîng e pêkhateyên herêmê dev ji çand û mîrasa xwe ya şaristanî ya resen bernedin.
Îsrara li ser vejandina mîrasa resen û pêşxistina nasnameya çandî ya herêmê bi rêya lidarxistina mîna van festîvalan, ruxmî êrişan gaveke pîroz e.”
Fedîla bang li beşên civakê kir ku li pêşiya vî şerî derkevin û bi zanîn û zanistê bandorên wê tune bikin.
Dûre berdevka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rûdîn Yusif axivî û destpêkirina festîvalê pîroz kir.
Her wiha bang li tevahî gelên Sûriyê kir ku li gel hewldanên tunekirina nasnameya gelan, çand û mîrasa xwe biparêzin.
Festîval dê 2 rojan berdewam bike.
Sibe wê gelek çalakî têkildarî çand û mîrasa gelên herêmê bên pêşandan.