Ji beriya meh û nîvekê û heta niha, li bajarokê Til Beyderê yê Hesekê, pergala lûlekêşan zirar dîtiye. Di encamê de hilma genî û mêş derketine, ji ber vê jî şênî gazinan dikin.
Salih Elî ku ji şêniyên Til Bêder e, da zanîn ji ber hilma genî ew û zarokên xwe nexweş dikevin.
Her wiha hevserokê Şaredariya Til Beyderê Ela’a Salih diyar kir ku sererastikirina loleyan ji ber nederketina derve dereng maye û wê piştî qedexeyê pirsgirêkê çareser bikin.
Li gorî agahiyan, sedema şikestina wan loleyan, kombûna avê ye û avêtina gemarê li derdora wan e..
Di heman wextê de ew lole berovajî herikîna avê hatine dirêjkirin..