Koalisyona Ereb biryara Yemenê ya Xweseriyê red kir

Piştî Projeya Rêveberiya Xweser li başûrê Yemenê hat ragihandin. Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî, xweserî red kir. 

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdî, Koalîsyona Ereb bi daxuyaniyekê ragihand ku “ev biryar wê bandorek neyînî li şerê li hember Hûsiyên bike, ji ber vê jî ew ê xweseriyê qebûl nekin”.

Li gorî Konseya Demkî ya Başûrê Yemenê ku Îmarat piştgiriya wê dike, ji ber hikumet nikare erkê xwe pêk bîne, wan xweseriya xwe ragihand.

11’ê Gulana 2017’an, Meclisa Demkî ya Başûrê Yemanê, li bajarê Edenê hatibû avakirin.

Back to top button