Li Serê Kanî û Girê Spî 22 zindan hene û 1200 kes tê de girtî ne”

Zext û kirinên hovane li Tirkiyê ne bes bûn, êdî piştî çend herêmên Sûrî dagir kirin, ev dever jî veguherandin girtîgeh, sivîlan bi tawanên cihêreng digire û di zindanên xwe de bi cih dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku “dewleta Tirk li girtîgehên xwe yên li Efrîn, Cindêris, Bab, Ra’î û Ezazê, tevahî cureyên êşkence û lêdanê der heqê girtiyan de pêk tînin. Her wiha fidyeyan ji malbatên wan dixwazin, bi taybet ji kesên Kurd”.

Li gorî Çavdêriyê, li Serê Kanî û Girê Spî 22 zindan hene ku têra 3 hezar kesî dikin, lê niha nêzî hezar û 200 kes bi tawanên cur bi cur tê de girtî ne.

Dewleta Tirk kesên ku têkiliya wan bi QSD’ê re hebe jî wan dişîne Tirkiyê, da wan li dadgehên xwe darizîne.

Çavdêriyê da zanîn ku li herêmên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam jî, 4 zindên fermî hene û nêzî hezar û 500 kes tê de ne.

Her wiha nêzî 20 girtîgehên nefermî li Heleb, Idlib û Laziqiyê û gundewarên wan hene.

Back to top button