Şêniyên herêma Firatê bi merasîmeke bi heybet şervanê QSD’ê şehîd Awaz Çiya oxir kirin.
Li hêlekî din li bajarê Dêrikê ji bo şehîd Şiblî konê sersaxiyê hat vedan û bi sedan kes serdan kon kirin û sersaxî xwestin.
Li navçeya Dêrikê ji bo şehîd Şiblî konê sersaxiyê hat vedan.
Xelkê Dêrikê berê xwe dan konê sersaxiyê.
Xelkê Dêrikê sersaxi ji malbata şehîd Şiblî xwest û diyarkirin ku her çi qas dewleta Tirkiyê ya dagirker êrîş bike jî wê ti carî dest ji xaka xwe bernedin, xwedî li şehîdên xwe derkevin û têkoşînê bilindtir bikin.