Arîn Xalid: em ê xwe li berxwedana li Zap, Avaşîn û Metînayê derkevin

Gerîlaya YJA Starê Arîn Xalid da zanîn ku dem ew dem e ku derb li dijmin bê xistin û xwedî li nirxên xwe bê derketin û got:” Em li dijî dijminekî namert şer dikin, ji wan hebû ku wê karibin me biqedînin. Lê belê nekarîn bikin. Hêrsa me zêdetir kirin.”

Ji gerîlayên YJA Starê Arîn Xalid der barê barxwedana mezin ya li Avaşîn, Zap û Metînayê de ji ajansa ANF’ê re axivî.

Arîn Xalid anî ziman ku şer dewam dike û işaret bi milîtaniya xeta fedaî ya li Avaşîn, Zap û Metînayê kir û got:

Xwedîderketina li vê berxwedanê wezîfeya sereke ya gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û hevrêyan e.

Pêvajo ew pêvajo ye ku bi xurtî xwedî li vê berxwedanê derkevin û li dora Rêbertî bicivin. Em bi pêş ve diçin.

Arîn Xalid: Em li dijî dijminekî namert şler dikin

Gerîla Arîn diyar kir ku ewqas meh in ku gerîla dijmin xistine nava şoqê û wiha bi lêv kir:

Berxwedana ku hevrêyên me li hemberî çekên kîmyewî nîşan dan, ji bo dijmin wê bibe pêvajoyeke bidawîbûnê.

Çawa ku dijmin bi armanca tunekirinê bi ser me ve tê, divê em jî ji bo şoreşê dawî li wan bînin.

Em li dijî dijminekî namert şer dikin.

Ji ew bu ku me biqedînin, lê belê nekarîn bikin.

Em her roj sonda têkbirina dijmin dixwin.

Arîn Xalid: Divê gel xwedî li zarokên xwe derkeve

Gerîlaya YJA Starê Arîn Xalid destnîşan kir ku dem ew dem e ku derb li dijmin bê xistin û xwedî li nirxên xwe bê derketin û got:

Gelê Kurd jî divê li gorî vê rastiyê xwedî li zarokên xwe derkeve.

Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve, xwedî li welatê xwe derkeve. Xak namûs e, lewma divê em xwedî li xaka xwe derkevin.

Back to top button