Ukrayna: Rûsya êrişî bendera Odessa ye

Rûsya êrişên xwe yên li ser Ukrayna dijwar kiriye.
Di armanca êrişên Rûsyayê de careke din bajarê Odessa û benderên wê hebû.
Artêşa Ukrayna ragihand ku di encama êrişa li ser benderê de, ziyan gihişt binesazî û depoyên genim.

Fermandariya artêşa Ukrayna bi daxuyaniyekê ragihand ku Rûsya bi balafirên bêmirov û moşekan êrişî binesaziya bendera Odessa û depoyên genim kiriye.

Di êrişê de ziyan gihiştiye herêmê.

Artêşa Ukrayan diyar kir ku di êrişê de 19 balafirên bêmirov yên Îranê û 2 moşekên supersonîk hatine karanîn.

Hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê di êrîşên li seranserê Ukraynayê de 12 moşekên Kruuzê yên Kalibrê bi kar anîne û wiha hat gotin,

“19 balafirên bêmirov û 11 moşekên “Kalibr” ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin îmhakirin. ”

Rûsya: 4 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li ser Derya Reş û kirimê hatine xistin

Li aliyekî din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên parastina asmanî 4 balafirên bêmirov ên çekdar ji aliyê Ukraynayê ve ber bi bakurê rojavayê Deryaya Reş û Nîvgirava Kirimê ve hatibûn şandin, xistine.

Li gorî nûçeya Reutersê, nehat zanîn ku di van êrîşan de ziyanên madî yan jî birîndar hene yan na.

Li ser mijarê heta niha ji rêveberiya Kîevê ti daxuyaniyek ne hatiye dayîn.

Wezaretê di daxuyaniyeke cuda de her wiha diyar kir ku hêzên parastina esmanî şevê din, 4 balafirên bêmirov ên din li ser herêmên Kursk û Belgorod ên Rûsyayê îmha kirine.

Back to top button