Pêngava “Bi Jin Jiyan Azadiyê re, Ber Bi Azadiyê ve”

Çalagera TJA’yê Aynûr Tarhan pêngava 6 mehan ya TJA’ê nirxand û destnîşan kir ku armanca wan a yekem zanista jinê û şikandina tecrîdê ye.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî qirkirina jin û xwezayê, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistan û tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêngava “Bi jin jiyan azadiyê re, ber bi azadiyê ve” da destpêkirin.

TJA’yê di deklerasyona xwe de eşkere kir ku li dijî hemû êrişên li dijî hebûna jinê banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya civakî ya di pêşengiya jinan de kir

Aynûr Tarhan: Bi vê pêngavê em ê xwe bigihînin hemû jinan

Çalagera TJA’yê Aynûr Tarhan, derbarê pêngavê de axivî û got:

“Em niha di nava pêvajoyek girîng û watedar de ne.

Em ê bi vê pêngavê xebatek mezin li dar bixin û bi vê reng, dengê xwe ragihînin hemû cîhanê.

Bi vê pêngavê em ê xwe bigihînin hemû jinan û rêxistinbûya xwe mezin bikin.”

“Tecrîd li ser hemû gelê Kurde”

Aynûr, bi lêv kir ku ew ê di çarçoveya tecrît, binpêkirina mafên girtîgehan, kuştina jinê û polîtîkayên şerê taybet de xebatên xwe bidin destpêkirin û wiha domand:

“Di şexsê Birêz Abdulah Ocalan de ev tecrîd li ser hemû Gelê Kurd tê meşandin.

Di hemû qadên jiyanê de ji bo şikandina tecrîdê têkoşînek bê hempa tê dayîn.

Ji armancên me yên yekem jî pêşî girtina tundî û komkujiya li ser jinê ye.

Di civakê de bûyerên wek tacîz, destdirêjî, tundî gelek zêde bûne û ev yek bi destên alîgirên dewletê ve tên kirin.”

Aynûr, da zanîn ku têkoşîna jina kurd ji Sakîne Cansiz, Bêrîtan û Sêvê hatiye roja meya îro weke felsefeyek didome û ev felsefeya jina kurd ji cîhanê re bûye mînak.

Çalakgera TJA’yê Aynûr Tarhan herî dawî anî ziman ku ew ê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ pêşengiya vê civakê bikin û bang li jinan kir ku bi vê pêngavê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Back to top button