Newroz Uysal: Ji ber şert û mercên birêz Abdulah Ocalan gel nerehet e

Siyasetmedarên Jin yên Bakurê Kurdistanê tecrîda giran ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nirxandin. Jinan diyar kirin ku dê têkoşîna hevpar ya gelên kurd û dostên wan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne.

Li Bakurê Kurdistanê bertêkên li dijî tecrîda li ser Rêber APO berdewam dike.

Parlamentera Partiya Çepên kesk û parêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal siyaseta tecrîda li dijî rêber Apo nirxand.

Newroz Uysal diyar kir ku gel li dijî tecrîdê bi bertekin û ev tişt got:

“Ji ber şert û mercên birêz Abdulah Ocalan gel ne rehet e.

Di alî wijdanî û mirovî de jî nerehetin.

Edî tehemûla gelê kurd ya li dijî tecrîdê nemaye rojeva wan a sereke tecrîde û dixwazin zûtirîn dem de agahî ji birêz Abdullah Ocalan bigrin.

Axaftinek birêz Abdullah Ocalan wê gelek guhertina bi xwe re bîne”

“Ji ber vê jî şikandina tecrîdê bi têkoşînek yekbûyî pêkan e”

Newroz destnîşan kir ku tecrîdê bandor li hemû girtîgehan kiriye û hewldanên ku girtîgehên din jî bişibînin Îmraliyê heye û wiha domand:

“Di esasê de ev bi giştî di rojeva partiya me de ye.

Divê her kes ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan bibe xwedî gotin û dema gotina xwe dibêje jî bike civakî.

Parêzer Newroz da zanîn ku ew ê di pêvajoyên pêş de hîn bêhtir ji bo rakirina tecrîdê bixebitin û wiha dawî li axaftinên xwe anî:

“Daxwaza rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, bi qasî daxwaza partiya me, daxwaza jinan û daxwaza civakê û saziyên civaka sivîl in.

Ji ber vê jî şikandina tecrîdê bi têkoşînek yekbûyî pêkane.

Pêşengiya vê ji partiya me re dikeve û em vê berpirsyariyê dizanin. ”

Gulcan Sayyîgît: Divê gelê me li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne

Parlamentera Wanê ya Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî işaret bi tecrîda giran a 25 salan kir û ev nirxandin kir:

“Bi tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan re tê xwestin ku bicihhatina fikrên wî bê astengkirin.

Lewma tecrîda mutleq a girankirî tê ferzkirin.

Em baş pê zanin ku ev polîtîkayên tecrîdê şer bi xwe re tîne û polîtîkayên şer kûr dike.

Bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê wê aştiyê bi xwe re bîne.

Divê gelê me li hemberî tecrîta girankirî bêdeng nemînin û dengê xwe bilin bikin.”

Back to top button