MÎT’a Tirk endamên laşê sivîleke ji Racoyê dizîn

Asta sûcên dagirker; (Tirkiyê) yên li dijî xelkên Efrîna dagirkerî dike, aqil jî derbas kiriye. Careke din derket holê, ku MÎTa Tirk dest bi diziya endamên laşê mirovan kiriye.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku li navçeya Raco ya Efrîna dagirkerî, Istixbarata Tirkiyê termê sivîleke Kurd ku endamên laşê wî dizîne, radestî malbata wî kir.

Torê diyar kir ku ev kes ji gundê Çiqmaqa Mezine a navçeya Raco û navê wî Mihemed Hebeş Şêxmûs yê 40 salî ye.

Li gorî heman çavkaniyê, Mihemed li nexweşxaneya Stenbolê bû û istixbarata Tirkiyê bi hevkariya bazirganên laşê mirovan, ev sûc kiriye.

Di Tebaxa 2020 de jî, Tora Çalakvanên Efrînê ragihandibû ku endamên laşê sivîlê bi navê Nîdal Berekat Cinêd yê 30 salî, yê ji navçeya Çinderêsê hatibûn dizîn.

Back to top button