Li Bexdayê 7 DAIŞ’î hatin girtin

Li paytexta Iraq Bexdayê, 7 çeteyên DAIŞ’ê bûn nêçîra hêzên artêşa welat.

Ajansa Istixbarata Iraqî roja Çarşemê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke mezin pêk anî.

Ajansê eşkere kir ku di encama vê operasyona ku li başûrê Bexdaya paytext pêk hat de, 7 DAIŞ’î ketin destê hêzên artêşê.

Ev operasyon berî 2 mehan hatiye destpêkirin û heta niha bi dehan çete hatine girtin..

Back to top button