TJK-E encamnameya kongra xwe ya 7. eşkere kir

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) kongreya xwe ya 7’emîn li darxist. TJK-E encamnameya kongrereya xwe bi daxuayaniyekê eşkere kir û got: Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo xwe weke pirsgirêka hebûnê dibînin. Lewma karên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin karê me yê bingehîn.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) di navbera 30’ê Hezîranê û 3’ê Tîrmehê kongreya xwe ya 7’emîn bi beşdariya nûnerên rêxistinên sîwanî yên li heft welatan û rêxistinên li hemû parçeyên Kurdistanê pêk anî.

Kongre diyarî Evîn Goyî hate kirin ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hate şehîdkirin.

Encamnameya kongreyê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku li kongreyê, tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan weke rojeveke bingehîn hate nirxandin.

Em misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo xwe weke pirsgirêka hebûnê dibînin.

Lewma di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ karên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin karê xwe yê bingehîn.

Her wiha ji bo feslefeya azadiyê ya Rêber Apo bigihînin jinên Kurd, li ser bingeha zanekirina civakê û mezinkirina rêxistiniya jinê, plansaziyên şênber hatiye danîn.

Di kongreyê de êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê yên dijminatiya li jinan hate nîqaşkirin û hate gotin:

Ji bo formula ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêbazên afirîner ên veguherandin û yekîtiyê bigihînin jinan hemûyan, me biryarên stratejîk wergirtin.

Her wiha gelek biryarên derbarê rêxistinkirin û xurtkirina têkoşînê de hata dayîn. Ji wan:

  • Avakirina yekbûnê bi ruh û rêbaza seferberiyê.
  • Ji bo Pêkanîna şoreşa jinê, pêkanîna azadiya gelê Kurd xebat were kirin.
  • Li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê em bi ruh û aqilê hevpar têkoşînê mezin bikin û “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve bimeşin.”
Back to top button