Dagirkeriya Tirk, êrîşî gundên Til Temir û Eyn Îsayê kirin

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, êrîşî gundên Til Temir û Eyn Îsayê kirin. Her wiha li gundên herêmên Efrîn û Şehbayê êrîş pêk hatin.

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê, bi obusan êrîşî gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê kir.

Dagikeran stasyona kehrebê ya navçeyê dan ber topan, di encamê de kehrebeya navçeyê qut bû.

Dagirkeriya Tirk gundê Hoşan ê girêdayî navçeya Eyn Îsayê jî topbaran kir.

Derbarê ziyanan de ti agahî nehatn bidestxistin.

Her wiha li herêmên Efrînê û Şehbayê êrîşên dagirkeriyê pêk hatin.

Leşkerên Artêşa Tirk û çeteyên wê di saetên şevê de, gundên Irşadiyê û Kefer Antun ên navçeya Şera ya Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

Li derdora navçeya Til Rifet a herêma Şebayê jî ku sivîl lê hene bi dijwarî hat topbarankirin

Back to top button