Îro li nêzî navenda polîsan a paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê teqînekê rû da.
Di vê hefteyê de ev teqîna duyemîn e pêk tê.
Ajansa Reutersê li ser zimanê polîsan ragihand ku îro li Danîmarkayê li paytext Kopenhagenê li nêzî navenda polîsan a herêmî teqînek rû da.
Lê tu ziyanên giyanî nebû.
Roja Sêşema derbasbûyî jî di seetên derengiya şevê de teqîneke xurt li Kopenhagenê rû dabû.
Lê tiştek bi tu kesî nehatibû û tu aliyan ev êrîş negirt ser xwe.