Li Hesekê civîna veguherîna hevpeymana civakî pêk hat

Îro li bajarê Hesekê ji bo jinûve guherîna reşnivîsa peymana civakî ya Rêveberiya Xweser civînek hat lidarxistin. Di civînê de ji bo guherîna reşnivîsa peymana civakî komîteyeke ji 30 kesan hate avakirin.

Îro rûniştina komîteya veguherîna reşnivîsa hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser li hola Serdem a Hesekê hat lidarxistin.

150 kes ji saziyên Rêveberiya Xweser, Partî, Tevgerên Ciwnan, Saziyên Civaka Sivîl û Rixistinên Jinan tevlî rûniştinê bûn.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo diyar kir ku ew ji lihevkirina li ser forma hevpeymana civakî kom bûne.

Sîham destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi jiyana hevbeş û biratiya gelan bawer in û li ser avakirina rêveberiyeke xweser li hev kirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etê jî got ku nivîsandina destûrê kareke netewî û ku yekser bi hemû şêniyên herêmê ve têkildar dibe.

Etî diyar kir ku meclisa giştî gelek gav girtin da ku navên endamên komîteya veguherîna hevpeymana civakî ya nû, erê bike.

Piştî axaftinan deriyê diyalog û nîqaşê li ber kesên beşdar hat vekirin.

Di encamê de komîteyeke biçûk ji bo veguherîna hevpeymana civakî hate avakirin.

Komîte ji 30 endaman pêk tê û divê dema veguherînê zêdetir 2 mehan dirêj neke.

Kesên ku beşdarî rûniştinê bûn ji televizyona mere axivîn û diyar kirin ku pêwîstî bi vê rûniştinê hebû.

Back to top button