Sekreterê Giştî yê Kombûna Ereban Dr. Teysîr Ebdilcebar El-Elûsî derbarê têkiliyên Kurd û Ereb de diyar kir tevî hemû hewldanên fitne û tevliyê jî têkiliyên her du gelan stratejîk e. El Elûsî destnîşan kir pêkanîna foruma Kurd û Ereb wê bandorek erênî li nexşeya siyasî ya herêmê bike û da zanîn ji bo vê yekê jî divê sûd ji fikrên Rêber Ocalan bên girtin.
Sekreterê Giştî yê Kombûna Ereban ji bo Piştgiriya Doza Kurdî Dr. Teysîr Ebdilcebar El-Alûsî derbarê girîngiya têkliyên Ereb û Kurd de ji ajansa Rojnewsê re axivî.
Dr. Teysîr Ebdilcebar El-Alûsî diyar kir ku têkiliyên Ereb û Kurdan hevalbendiya stratejîk e û got:
“Tevî hemû hewldanên aliyên şovenîst û nîjadperest ên perçekirinê û derxistina nakokiyan jî, navbera Kurd û Ereban de herdem karûbarên hevalbendiyê û danûstendina erênî çêbûne.”
El-Alûsî destnîşan kir ku ger xebatên wekî foruma Kurd-Ereb ser hêmanên rasteqîn werin meşandin û dûrî helwestên partiyan ên teng, daxwazên herdu netewan vebêjin, wê demê dê encamên erênî û baş bidin.
Sekreterê Giştî yê Kombûna Ereban ji bo Piştgiriya Doza Kurdî teqez kir ku tişta li herçar parçeyên Kurdistanê rû dide, hebûna Kurdan armanc dike û hemû jî di çarçoveya xewn û xeyalên xweberfirehkirin û vejandina dewleta Osmaniyan de ne.
Dr. Teysîr Ebdilcebar El-Alûsî: Divê sûd ji fikrên Abdullah Ocalan bê girtin
Dr. Teysîr Ebdilcebar El-Alûsî wiha anî ziman:
“Pêkanîna foruma Kurd-Ereb ya bi bermaneya diyalog û jiyana hevbeş, dê rê li pêşiya xewn û xeyalên dijber bigire û gelên herêmê û cîhanê ji gefên nexweş ên Turanî û armancên wê biparêze.
Pêkanîna foruma Kurd û Ereb wê bandorek erênî li nexşeya siyasî ya herêmê bike, lê ji bo vê yekê pêdivî bi lêhûrbûn û kordîneyek mezintir heye.
Ji bo vê yekê divê sûd ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin girtin.”